ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'Ê

Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Şert û mercên ku ez tê de me ji yên girtîgehên Tîpa F gelekî girantir in. Di rêvebernameya ti girtîgehê de maddeyek li ser van pêkanînan nîne. Nêzîkatiya kêfî û ji bo girtî-hikumxwarekî taybet li min tê kirin. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan- Beşa 11'emîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, li Rojhilata Navîn dijminê demokrasî û azadiyê dewleta Tirk e, piştevanê wê DYE, Ewropa û NATO ye; li Rojhilata Navîn pêşengê demomkrasî û azadiyê jî PKK û Kurd in.

Jinên ku tevlî kampanya 'Azadî wê bi ser bikeve - Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê' diyar kirin ku jin azadiya Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin û bang li her kesî kir ku ji bo vê yekê seferber bibin.

PDK'ê çima Aştî Koçer weke Berpirsyarê Ofîsa Rêxistinbûnê ya 17'emîn wezîfedar kir û bi hinceta hilbijartinê xwest bi hêzên çekdar bikeve nava Şengalê? -Analîz-