ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Çalakiyên têkildarî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê û daxwazên statû û xweseriya Şengalê bê şopandin.

Fuara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku hewl tê dayin her sal li Bakur-Rojhilatê Sûriyê were danîn, li gel astengiyên TC-PDK-ENKS-rejîma Baas, propagandaya reş û bihayê yê zêde yê kargoyan jî didome.

Alan Ikram Koçar ku kurê wî li girtîgehê di grêva birçîbûnê de ye got: ''Ew dixwazin tecrîd biqede. Em divê destekê bi din wan û hewce be em jî bikevin grêva birçîbûnê. Divê em bes serdar bin.''

Polîtîakaya asîmîlasyonê ku demekê li 'YÎBO'yan (Dibistanê Seretayî yên Lêmanê) dikirin niha li Qursên Quranê yên Lêmanê dikin. Van demên dawî mirina biguman a li qursên Quranê ku zarokên ku wan dixapînin û ji Kurdistanê dibin balê dikişîne