ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Mirin êdî ji bo min ne mijareke muhîm bû. Xwedî wê hêzê bûm ku ji mirinê re bêjim, 'li ser seran û çavan hatî'. Pirsgirêk ew bû ku ev rastî ji gelên me, ji dostan, PKK û dewletê re bê vegotin. Min hewl da vê bikim. - Ji pênûsa Abdullah Ocalan - Beşa 10'emîn.

Koma Kampanya 'Azadî wê bi ser bikeve, ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê', êrişa polîsên Fransayê ya li dijî çalakgerên li Strasbourgê û Walîtiya Strasbourgê ya ku biryara êrişê da bi tundî şermezar kir. Komê diyar kir ku wê kampanyayê bi karên berfireh dewam bike.

Yekîtiya Dadgerên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) li ser daxuyaniyên rêveberên HPG û KCK'ê yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku dest bi lêkolînê bike.

Şervana YPJ’ê Dilovan Kobanê qala kêliyên dermankirina şervanan li nexweşxaneya Rihayê  kir û got: "Kêliya ku çavê xwe vedikirin, dixwastin biçin Kobanê."

Ji bo serokatiya Vanspor FK'ê Seyîthan Îzsîz hate hilbijartin. Eşkere bû ku ji bo karibe vê wezîfeyê pêk bîne, destûra kana madenê ya li Payîzavayê lê hatiye ferzkirin û wî jî ev qebûl kiriye. Hevkarê Îzsîz ê di vî karî de jî Çetîner Çetîn e.

Rayedarên li eyaleta Kalîforniya Başûr diyar kirin ku petrol li qadeke ji 21 kîlometreyî ya deryayê belav bûye û hindik maye bigihêje peravê. Lewma hişyarî dan şêniyan ku xwe nêzî peravê nekin.