ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endama Navenda Lêkolînê ya ji bo Demokrasiyê ya li Îtalyayê hiqûqnas Michela Arricale got, tecrîd li derveyî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.

- Ji beşdarên berxwedana Kobanê Sorxwîn Mako diyar kir ku Roja Kobanê ya Cîhanî bi berxwedana YPJ-YPG'ê hate ragihandin û got, "Ruhê neteweyî yê li Kobanê mohra xwe li dîrokê xist. Cîhanê li Kobanê lehengî dît."

- Artêşa Tirk tevî çekên kîmyewî her wiha teqemeniyên ku bi qanûnên navneteweyî hatine qedexekirin li dijî gerîla bi kar tîne.

- Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê diyar kirin ku gardiyanan axaftina bi Kurdî li wan qedexe kirine.