ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî mîna şûrê Damokles li ser serê Kurdan tê hejandin û got ku divê têkoşîna li dijî vê yekê mezin bibe.

- Rewşenbîrên Kurd Mamoste Ahmet û Alî Fûat Çewlîg diyar kirin ku divê gelê Kurd bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidin. 

- Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, 36 milkên li Taxa Yenîcamî ya navçeya Artemêtan derxist firotinê. Bi vî awayî hema bêje tevahiya taxê derxistiye firotinê.

- Xwedîderketina bîr û mîrateya 30 salan a Çapemeniya Azad a hevrê Seyîd Evran bi meşa li ser rêya heqîqetê ya ku wî meşandiye pêkan e. Ji bo ku heqîqet di tariyê de nemîne, li ser rêya hevrê Seyîd divê em tu zehmetî û astengiyên nas nekin.