ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Li Kenyayê rola DYE'yê eşkere ye. Ji xwe Serokê DYE'yê xwedî li rola xwe, rola radestkirinê derketiye. Eşkere ye ku ev dek û dolaba Îstîxbarata Yewnan û CIA'yê ne ji bo başiya Tirkiyeyê bû. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan. - Beşa 6'emîn.
Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' 2'ê Cotmehê roja Şemiyê li Strasbourgê bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye - Azxadî wê bi ser bikeve - Ji bo Ocalan bikeve nava liv û tevgerê' mîtîngeke navendî li dar dixe. Însiyatîfê bang li her kesî kir ku li ber Konseya Ewropayê bicive.
Ji şêniyên herêma Pêncewînê Salih Rehîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi bombardûmana herêmê jiyan li wan herimandiye û destnîşan kir ku xelkê Başûrê Kurdistanê divê bi temamî li ber dagirkeriyê rabe û helwestê nîşan bide.
Hişyar Ozsoy ê HDP'î anî ziman ku hevdîtinên li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî yan jî yên li Soçiyê nîşan didin ku meqesa navbera DYE û Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê teng bûye.
Daristana Daintree ya li Awûstralyayê ku daristana herî kevn a cîhanê ya barana tropîk e, bi peymaneke dîrokî radestî Aborjînan hate kirin.
Li bajarê Guayapuil ê Ekvadorê, li girtîgehekê serhildan çêbû. Hate ragihandin ku 30 mehkûm mirin, 47 mehkûm jî birîndar bûn.