ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Parlamenterê Stenbolê yê HDP'ê Mûsa Pîroglû diyar kir ku di vê hilbijartinê de wê dengdan li ser guhertina hikumetê neyê kirin, wê dengdan li ser rejîmê bê kirin.
- Ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê gerîlaya YJA Starê Binevş Vejîn tevî hevrêyên xwe ji bo paşerojeke azad heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.
- Ji gerîlayên HPG'ê Diyako Kemanger anî ziman ku hikumeta Tirk hewl dide bi rêya tecrîda li Îmraliyê li ser desthilatdariyê bimÎne, lê ev yek wê di heman demê de bibe dawiya desthilatdariyê.
- Gerîlayên jin bi wesîleya rojbûna 74'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan stranek gotin.
- Weke milyaketekî bindestan ji dayik bûbû. Ji Başûrê Efrîkayê heta bi Îtalya û Yewnanistanê. Herî dawî xwe gihand Şengal û Rojava. Hate astengkirin, hate girtin lê nesekinî. Bi biryar bû ku çi dibe bila bibe divê armanca xwe pêk bîne û di vê oxirê de şehîd bû.