ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
- Civata Giştî ya KNK'ê wê di roja xwe ya duyemîn de berdewam bike.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê wê bên şopandin.
- Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li gelek navendên Ewropa û cîhanê çalakî bên lidarxistin.
- Serokê Meclisa Ermeniyan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Yervend Kesiryan got, “Em ê axa xwe neterikînin. Em ê nehêlin dagirker werin. Çi mezin çi biçûk be jî em ê çekan rakin û şer bikin."
- Parlamenterê Valensiyayê Josep Nadal diyar kir êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.
- Arjîn Xerzan ku di sala 2014'an de ji bo ku xeyalên xwe yên azadiyê pêk bîne û li ser vê bingehê têkoşînê bike tevlî nava refên gerîla bû, di tevahiya jiyana xwe ya gerîlatiyê de şopa Arîn Mîrkan şopand.
- Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku divê cîhan bertekên xwe nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bide û got: “Xelkê herêmê pir fedakarî kir. Dewleta Tirk, ne bi tenê herêmê lê dixwaze Sûriyeyê bixe destên xwe. Divê mirov xwe ker neke.”
- Aktîvîsta DAKAP’ê Fatma Yildizhan anî ziman ku têkoşîna jinan ku li her dera cîhanê gur û geş dibe û Tevgera Jinên Kurd hevdu xwedî dikin û got: ”Têkoşîna jinan têkoşîneke civakî ye.”