ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Şerê dewleta Tirk ê 3 salên dawî yên li dijî Kurdan û xisara wê ya madî û manewî, ji 10 salên dawî yên şerê Vîetnamê girantir e.
- Hakki Boltan, ji bo kiryarên xerab û êşkenceya li kurê wî gaziyê şer ê 9 sal in dîlgirtî ye Ciwan Boltan tê kirin were bihîstin, 17 roj in di 'Nobeda Edaletê' de ye. Boltan got, "Bêdengî helwesteke masûmane nîne, divê her kes dengê xwe bilind bike."
- KCDK-E'yê ji bo çalakiya nobedê ya li ber Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin banga tevlîbûnê kir. Çalakiya ku 1'ê Kanûnê li Strasbourgê dest pê kir wê heta 17'ê Kanûnê dewam bike.
- Hejmara meha Mijdarê ya rojnameya Serxwebûnê di salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê de bi manşeta 'Cejna Vejînê Pîroz Be!' hate weşandin.