ROJEVA 3'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Kanûna 2017'an.

- Operasyona Bagera Cizîrê ku ji bo rizgarkirina Dêra Zorê tê meşandin wê bê şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Ji bo dîtina şert û mercên jiyanê yên Ocalan û tespîtkirina astengiyên li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di nava salên cuda de çû serdana Îmraliyê.

- Derhênerê ji Kosta Rîkayê Lûîs Mîranda, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got, "Ez dixwazim nêrînên wî û Şoreşa Rojava bi rêya fîlmekî nîşanî Ewropiyan bidim."

- Tevî ku li gelek welatan ji sedsala 19'an û pê ve, her wiha ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî ji sala 1949'an û vir ve hatibe qedexekirin jî, hê bi milyonan mirov bi taybetî zarok di nava şert û mercên koledariyê de tên xebitandin.