ROJEVA 3'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Çapemeniyê Ewropayê digot, "Ji bo vê şevê balafirgehên Ewropayê hemû li Apo hate girtin." Serokwezîrê Rûsyayê jî bi navê Civata Dewletên Yekbûyî (CDY) qedexe kiribû. Hêza ku ev biryar da, yekîneyek li derveyî qanûnan a mîna Gladiyo ya NATO'yê bû ku di bin kontrola DYE'yê de bû. Piştre wê eşkere bibûya ku heman hêzê plana revandina min a li Kenyayê kir. -Ji pênûsa Abdullah Ocalan. Beşa 9'emîn.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer bal kişand ser hewldana hêzên çekdar ên PDK'ê li Şengalê û got, "Yên ku gel û gerîlayên Kurd şehîd dixin bila qala Kurdîtî û neteweya Kurd nekin."

Dadgeha ku li Colemêrgê di doza KCK'ê de ceza li siyasetmedarên Kurd birî, dilê xwe rehet nekir û 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li siyasetmedarê Kurd Ahmet Oner birî ku beriya 4 salan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî şerê li girtîgeha Guayapuilê, Ekvador amadekariyan dike ku ji bo li girtîgehên welêt cih veke, bi hezaran cezayî efû bike.

Serokdewletê Fîlîpînê Rodrigo Duterte ragihand ku wî dest ji siyasetê berdaye û sala bê wê di hilbijartinê de nebe namzet.

Salên dawî tenûrên li cihên kar gelekî balê dikişînin. Deverên bi vî rengî ji bo gelek jinan derfetên kar jî diafirînin.