ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Ji beşdarên deklarasyona 'Banga Aştiyê' parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal got, "Bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bidawîbûna tecrîda li ser Tirkiyeyê ye. Divê her kes vê qebûl bike û bi vê têgihiştinê tevbigere."
Parlamentera Mêrdînê ya HEDEP'ê Bêrîtan Guneş got, ji bo afirandina 'nifşekî kîndar û dîndar' ÇEDES yek ji gavên dawî yên AKP'ê ye.
Gelek çemên li Colemêrgê bi rijandina beton hatin ziwakirin, dar, giha, heywan û jiyana xwezayî ya li derdora van çeman hatin tunekirin.
Navenda Dermanê Xwezayî ya Jiyan ji sedî 80'yî nexweşiyên şekir, kolestrol, jinan û gurçikê derman dike.