ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Mihemed Xêr Çolî ji destpêka weşana rojnameya Ronahî ve 12 sal in belavkeriya wê dike. Ew derî bi derî, tax bi tax digere da ku rojnameyê bigihîne gel.
- Şehîd Kadîr Ûsta (Gayyaz Koyuturk) di nameya xwe ya ji Bêrîtan re dibêje, "Te hest, raman û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi lêdana di dilê hevkariyê de xwe îspat kir. Di şexsê te de azadî careke din mirinê têk bir.”
- Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Filîz Bûdak diyar kir ku PDK dixwaze di bin navê xwe de dewleta Tirk li derdora Mexmûrê bi cih bike û got: "Kesê di şerê li Qereçoxê de mir endamê MÎT'ê bû.”
- Qeymeqam û qeyûmê Rêya Armûşê karmendên divê li avahiya qeymeqamtiyê xizmetê bidin gel, dibe mala xwe û di karê xwe yê taybet de dixebitîne.