ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku weke di mînaka Îsraîlê de tê dîtin, peymanên navneteweyî ji bo nixumandina sûcên dewletan têne bikaranîn û got, "Tevgerên aştiyane yekane mekanîzmaya pêşîgirtinê ye, lewma divê bêne xurtkirin."
- Şaredarê Herêma 8'an a Romayê Amadeo Ciaccheri got, "Di têkoşînên li Ewropayê de pêwîstiya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye."
- 18 şervanên YPG'ê ku heta wê rojê qet şer nekiribûn, li Girê Qestel Cindo yê Efrînê sê roj, sê şev tî, birçî bi cebilxaneyeke kêm li ber xwe dan û plana Tirkiyeyê ya ji bo fetisandina Şoreşa Rojava têk birin.