ROJEVA 26'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Hişyar Ozsoy diyar kir şerê Ukraynayê dewama rageşiya 30 salan a di navbeyna Rûsya û NATO'yê de ye û got, heke şer bidome Tirkiyê bêyî dilê xwe jî be wê bikeve nav gerîneka şer.

-Ji rêveberiya HPC'ê Mihemed Cemîl Brahîm got, ''Heke gel bêrêxistinî û bêperwerde bimîne, em nikarin pêşî li dagirkirinê bigirin. Her welatî her wiha divê xwe di ber xweparastinê re jî bike. Xweparastin bi qasî nan û avê jiyanî ye.'

-Evdilkerîm Omer diyar kiyar ji ber ambargoyan li ser Rojava civak pir tengezar e û got, ''Dema ku problemên aborî çêdibin DAÎŞ vê ji bo xwe weke fersenda rêxistiniyê dibîne û endamên xwe yên veşartî tevdigerîne.''