ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- YPG'ê di 26-30'ê Cotmeha 2012'an de bi berxwedana li dijî êrîşên çeteyên OSO yên li ser Eşrefiyê û Qestel Cindo ya Efrînê re hîn di destpêkê de nîşan da ku wê bi hêza xwe li ber xwe bide û bi ser bikeve.
- Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî di salvegera 31'emîn a şehadeta Bêrîtan de ew bi bîr anî û got, "Weke hevala Bêrîtan em ê jî heta kêliya dawî xaka xwe biparêzin. Çawa ku çalakiya hevrêya me Bêrîtan bi ser ket, em ê jî bi ser bikevin."
- Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr anî ziman ku partiyên muxalefetê yên li Tirkiyeyê li pişt êrîşa hikumetê ya li ser Rojava disekinin û got, hem hikumet, hem jî muxalefet bi rengekî durû polîtîkayê dikin.
- Fermandara YPJ'ê Nûhilat Efrîn got, "YPJ ku 11 sal in têdikoşe, ji nava mîrateya artêşbûna jinê ya azad afirî, ku 31 sal in têkoşîn û berxwedaneke mezin dimeşîne."
- Gerîla Xebat Mêrdîn anî ziman ku weke şopdarên Bêrîtan ew li ser xeta wê dimeşin û got, "Hevrêyên me yên jin ên li çiyayên Kurdistanê têdikoşin bi rengê Bêrîtan şer dikin û derbê li dijmin dixin."