ROJEVA 26'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Çileya 2019'an.

-Aktivîstên jin ên Efgan ji bo Leyla Guven a greva birçîbûnê de û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de ji Konseya Ewopayê re, ji gelek saziyan re name şandin.

-Endama Koordînasyona Partiya Çepgir a Fransayê Danîelle Sîmonnet got ji bo ku tecrîd bi dawî bibe ew xebatan dikin û xwest tecrîda li ser Ocalan rabe, Ewropa PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne.

-Ciwanên Kurd ên li Ewopayê ji bo meşa 10'ê Sibatê ya ku wê ji Manheîmê ya Elmanyayê dest pê bike, xwe kar dikin.

-Rojnivîsên wî û wêneyên deverên cuda yên ku dema lê gerîlatî kirî, dikare hinekî ji me re behsa  Alî Xebat bike ku li dergûşa mirovahiyê, çarîk sedsal e bêsekn û rawest gerîlatî kirî..

-Hewldana Meclîsên Jinan ên HDK-Ewropayê got Leyla Guven ew rûmetdar kirine û domand, ''Niha her jin zêdetir berpirs e ku li vê berxwedanê xwedî derkeve.''

-Li Şaxê di hilbijartina dawî de AKP derbeke giran xwaribû û HDP bi ser ketibû. Lê AKP ya ku di hilbijartinê de têk çûyî, qeyûm anî ser şaredariya Şaxê ya HDP'ê ya Wanê.

-Li gorî îstatîstîkên fermî li Îranê sala 2017'an li bazara kar rêjeya jinan tenê 16,8 ji 100'î ye.

-Li du eyaletên Komara Kongoyê ya Demokratîk (KKD), li du eyaltan ji Tebaxê û vir ve diyar bû ku 443 kes bi şewba ebolaya mirine.

-Tê zanîn dema ku pitikek di dergûşê de were hejandin zû radize. Lê  lêkolînêrên Cinêvî nîşan dan ku mirovên gihayî jî ji hejandinê hîkar dibin. Li gorî lêkolînê xewa bi hêlekanê kûrtir e û ji bo bîre baş e.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.