ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endamên meclîs û partiya Asûrî diyar kirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temirê gefeke mezin li ser Asûriyan heye û destnîşan kirin, ku heta dewleta Tirk ji ser vê xakê biqewirînin wê têbikoşin.
Dibe ku gerîla li serê çiyê bin, lê belê ti carî xwe ji gel venegirt, ji ber ku çiya veguherî rastiya gelekî. Û çiya kirin dergaha hêviya rizgariya gel, hesreta azadiyê.
Dersim ku bi xweza, çand, dîrok û berxwedana xwe yek ji navendên girîng ên Kurdistanê ye, ji her gelek aliyan ve êriş li ser heye. Li Dersimê qirkirina xweza û jinê heye.
Rojnameya The Îndpendent nivîsî ku cûreyekî nû yê guhandaran ê beriya dîrokê ji aliyê paleontologan ve hatiye keşifkirin ku tê texmînkirin piştî tunebûna dînozoran beriya dîrokê hebû.