ROJEVA 25'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Botan ku di şer de herdu çav û destê xwe winda kir, ji bo karibe hevalên xwe yên birîndar vebêje û navê wan li dîrokê bineqişîne, astengî ji pêşiya xwe rakir, têkoşîna xwe dewam kir û bi pênûsa xwe xwest bibe bersiv ji pênasea "Şehîdên sax" a Ocalan.

-TJK-F’ê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya çalakî û merasîmên 8’ê Adarê eşkere kir û banga tevlêbûna çalakî û merasîmên ku amadekariya wê hatine kirin li hemû jinan kir.

-Hevseroka MSD’ê Emîne Omar diyar kir ku piştî ku Reqa, Dêrazor û Tebqa hatin rizgarkirin peymannameya civakî kêm maye û pêdivî bi yeka nû heye.

-VASKÎ’yê ya Wanê fatûreya xebatên li kolanan li esnafan dibire.