ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, her wiha wê bûyerên têkildarî mijarê bêne şopandin.

- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê yê berê Franco Danieli got, "Êdî dem hatiye ku Abdullah Ocalan azad bibe. Divê li çar aliyên cîhanê dengê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bilind bibe."

- Alîkarê Hevserokên HEDEP'ê Parlak diyar kir ku wê namzetên xwe hemûyan li gorî meyla gel diyar bikin, gel wê yekser di pêvajoya hilbijartinê de be û got, "Em ê dawî li sîstema qeyûm bînin."

- Gerîlayên YJA Starê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, "Bêrîtan xeta me ya azadiyê ye. Em; artêşa jinê li ser şopa wê dimeşin û têkoşîna xwe dewam dikin."

- Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Jînda Ronahî qala sembola artêşbûna jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) kir.