ROJEVA 24'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Efrîn a ku dewleta Tirk sala 2018'an êriş bir ser, hîn jî dagirkirî ye. Efrîniyên ku ji ber dagirkeriyê neçar man ji xaka xwe koç bikin, bi hêvî û bi biryar in ku rojekê teqez li Efrînê vegerin.

- Botan ku di şer de herdu çav û destê xwe winda kir, ji bo karibe hevalên xwe yên birîndar vebêje û navê wan li dîrokê bineqişîne, astengî ji pêşiya xwe rakir, têkoşîna xwe dewam kir û bi pênûsa xwe xwest bibe bersiv ji pênasea "Şehîdên sax" a Ocalan.

- Alîkarê Serokê Giştî yê ABF'ê Muslum Metîn got, Elewî careke din hate êşandin ji ber ku ne weke îbadetxane lê weke tîcaretxane li cemxaneyan dinihêrin.

- Xelkê Başûr li gel nebûna petrol û gazê, her wiha ji ber bihabûna jiyanê birçî û xizan e. Hewlêrî dibêjin, li her dera welêt petrol heye, lê tevî vê yekê jî gel birçî hatiye hiştin.