ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Gerîlayên YJA Starê fermandar Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bi bîr anîn û gotin, Bêrîtan bi çalakiya li dijî xiyanetê di dîroka Kurdistanê de bû fermandareke gerîla ya sembol û bi vî rengî tevlî karwanê nemiran bû.

- Dîrektorê Sekreteriya Neteweyî ya Central Sindical e Popular Consulat a Brezîlyayê Matheus Crespo destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi biryar in.

- Sekretera Hiqûqê ya TÎS a Egîtîm Senê Mûtlû Aymaz anî ziman ku Îslam a Sûnî li dibistanên seretayî jî tê ferzkirin û ev yek dibe sedema cihêbûneke mezin.

- Rojnamevan-nivîskar Necmettîn Salaz ê li Silêmaniyeyê jiyana xwe ji dest da, temenê xwe yê 65 salan bi têkoşîna azadiyê ya ji bo gelê xwe derbas kir. Mirina Salaz li Wanê bû cihê xemgîniyeke mezin.