ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Adara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li dijî DAÎŞ'ê yên li Bakurê Sûriyeyê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Efrînê wê bên şopandin.

-Di çarçoveya 24’ê Adar Roja Efrîn ya Cîhanê wê li gelek navenda çalakî were lidarxistin.

-Efrîniyên ku piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê El Qaîde, DAÎŞ û Nusra çûne Kantona Şebhbayê li  herêmê bajarên çadirî ava dikin.

-Hezkirina li kevokan a li Amedê ku ji mêj ve heye bi demê re bû azwerî. Piraniya yên ku kevokan xwedî dikin, ku di nav gel de ji wan re  ‘kevokbaz’ tê gotin, ji zaroktiya xwe bi vê azweriyê dijîn.

-Hevşaredara Sûrê Leyla Îmret ku ji bo Efrînê li pêşiya NY di greva birçîbûnê de ye wiha got; “Yên ku li Cizîrê qîrîna me ne dihistin îro em li pêşiya deriyê wan bang dikin; Bêdeng nemîn, carek din nebin hevkarê komkujiya Kurdan”

-Dadgehê ji bo bersûçên karkerên ku di înşaata Torunlar Center de jiyana xwe ji dest dayin, cezayê 60 hezar lira da. Di dozê de girtî kesek ne ma û bêşopanîya têkildarî Înşaata Torunlar jî didome.

-Amediyên ku pîrozbahiyên Newrozê weke ‘Vejînê’ binav dikin diyarkirin ku Newroza îsal êrîşên siyasî û leşkerî, di şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rolekî girîng leyîst.