ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Kapasîteya îdeolojîk a PKK'ê sosyalîzma zanistî û rexnekirina sîstema reel sosyalîst hate xurtkirin. Asta polîtîk a PKK'ê jî li gorî berê gelekî bi pêş ketiye. -Abdullah Ocalan
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik qala şert û m ercên damezrandina PKK'ê kir û got, "Rêber Apo gaveke ku nedihat bîra kesî avêt. Mîna ku bi derziyê bîrê bikole, bi pêş xist."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî sala 44'an a damezrandina PKK'ê axivîn û destnîşan kirin ku PKK hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên cîhanê sembola wêrekiyê ye.
- Şêx Mişmiş ku li Reqayê di navbera salên 1979-1980'î tevlî karên avabûnê yên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû, diyar kir ku wê demê wan ji gerîla û şehîdan hêz werdigirt.
- Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da.
- Hunermend Celîl Zengene diyar kir ku dewletên dagirker û hin aliyên navxweyî li pêşiya pêşketina berhemên hunerî li Başûrê Kurdistanê astengiyan derdixin û got, “Nabe ku hunermend serî li ber dagirkeriyê bitewînin.”