ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Aktîvîst û parêzer Paûla Martîn Ponz got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo cezakirina gelê Kurd e.

- Gerîlayên YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) axivîn û diyar kirin ku wê bi ruhê Bêrîtan bi ser bikevin.

- Sewalkarên li Wanê gotin, ji ber krîza aboriyê sewalkarî li ber qedandinê ye û anîn ziman ku zivistan wê ji bo wan hîn bi zehmet be.

- Meha Îlonê zêdeyî 20 hezar koçber bi rêyên neqanûnî xwe gihandin Elmanyayê. Ev hejmar ji sala 2016'an û vir ve hejmara herî zêde ye.