ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî êrîşan wê bêne şopandin.
- Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Endamê IPPNW Dr. Gîsela Penteker anî ziman ku tecrîd îşkence ye û êdî bandorê li hemû civakê dike û got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”
- Îcar çi, misilman birayên hev in, erê misilman birayên hev in. Lê mınafiq jî bira ne. Li vir nijadperstên Tirk û îslamîstên Tirk mil bi mil li dijî Kurdistanê tezkereya şer derxistin. ANALÎZ
- Parlamenterê HEDEP'ê yê Wanê Mahmût Dîndar diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP'ê ya ku di tecrîdê de israr dike, li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevnagere.
- Di berxwedana dîrokî ya 3 rojan a Mexmûrê de Hewlêr û cihên li pişt wê ku dihat gotin nîvê wê vala bûne, ji destê DAÎŞ’ê rizgar kirin.