ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Doza Kobanê ya ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê siyasetmedarên bi hinceta nerazîbûnên gel tên darizandin, wê bidome.

- Parlamentera HEDEP’ê Newroz Uysal Aslan bal kişand ser biryara DMME'yê ya ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku dewleta Tirk bi desteserkirina ‘mafê hêviyê' azadiya gelê Kurd hedef digire.

- Parlamentera HEDEP'ê ya Mêrsînê Perîhan Koca diyar kir ku divê em ji bertekên klasîk ên şermezarkirin û hêrsê derkevin û anî ziman ku divê bê şert û merc piştgiriyê bidin têkoşîna gelên bindest.

- Hilbijartinên Meclîsa Federal wê 22’ê Cotmehê roja Yekşemê li Swîsreyê bên kirin. Kurdên ku dixwazin di van hilbijartinan de zêdetir di meclîsê de cih bigirin jî bi israr in.