ROJEVA 2'yê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Di şexsê min de xiyaneteke giran li pîvanên hiqûqê û demokratîk ên Ewropayê hate kirin. Dadgeha Îstînafê ya Romayê mafê min ê penaberiyê qebûl kir. Bi rêbazeke kêm hatiye dîtin ez li derveyî Ewropayê hiştin, ku di vê de ola dewlet û nûnerên wan heye - Ji qelema Abdullah Ocalan- Beşê 8'an.
-Berxwedêrên li Werxelê yê li Avaşîn li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk nêzî 5 meh in bê navber tevî her cûre teknîk û bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li ber xwe didin peyam dan û got: “Pêngav wê vegere êrîş û tolhilgirtinê.”
-Welatiyên gundê Qizilce yên Pêncewînê diyar kirin ku armanca Tirkiyê ya ji wan bombebaran û êrişan tinekirina hemû Kurdan e û bang li hemû Kurdan kirin ku bi yekîtiya xwe li hemberî wan êrîşan rawestin.
-Parêzer Sezîn Ûçar bibîr xist ku parêzertî pîşeya kesên ku nûnertiya yên li hemberî aliyên wana rêvedibin dike ye, di hilbijartinên Baroya Stenbolê de ji bo serokê koma Parêzerên Azadîxwaz û Demokrat bû namzed.