ROJEVA 2'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Di çareseriya pirsgirêka Kurd de meclîs xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye. Divê şert û merc bêne afirandin ku Birêz Abdullah Ocalan karibe bi mîsyona xwe rabe."
- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok diyar kir ku mînakeke tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û got, "Li Îmraliyê hiqûq nîne, qirkirin heye. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî neyê şikandin kes nikare azad bibe."
- Hejmara 501'ê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Berxwedana Rêber Apo xiyanet û sîstema Îmraliyê parçe kir" hate weşandin.
- Hejmara 223'an a rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta "Ruhê azadiyê bû çavkaniya sûdwergirtinê" hate weşandin.
- Ji şopdarên xeta fedaîtiyê ya PKK'ê Armanc Cemre bi berxwedana li dijî dijmin hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd bû.