ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, "Li cografyayeke biçûk hatibe kirin jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava parçeyekî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyanî da û got, "Xelk û şoreşgerên Rojava wê van rêwiyan ji bîr nekin û wê Rojava ku hesreta wan bû li dijî her cûre êrişkariyê biparêzin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan destnîşan kir, di vê demê de ku êrişên dewleta Tirk zêde bûne, ew naxwazin ti partiyeke Kurd lawaz bibe û got, "Eger em stratejiyeke hevpar nemeşînin, bi hev bikevin, êrişî hev bikin û xwîna Kurd bi Kurd bê rijandin, em ê 100 salên din jî winda bikin. Wê wextê wê felaketa rasteqîn bê serê me."
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, netewe dewleta Tirk bi rengekî cidî hildiweşe û destnîan kir ku plana têkbirinê dewleta neteweya Tirk hîn bêhtir têk dibe.
Dewleta Tirk li Efrînê êrişî miriyan, êrişî goran kir; çar goristanên şehîdan ên li bajêr xera kirin, şewitandin. Rêveberiay Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê got, "Em ê tolê hilînin."
Meclîsa Civakî ya Ermen a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan li ser salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, "Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin, ji bo parastina destketiyên xwe hîn bi pêş ve biçin."
Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Urek bal kişand ser gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Mexmûrê û diyar kir, ku êrişên tên kirin ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne cuda ye.