ROJEVA 19'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk bi bîr xist hêzen komploger bi komployê xwestin ku Rêberê Gelê Kurd ji dewrê derxin û li dijî tecrîd û faşîzmê bang kir ku li dora berxwedana Imraliyê kom bibin.
-Yunus Raûf ango Dildar, di 20‘ê Sibata sala 1918’an de li başûrê Kurdistanê bajarê Koysincakê ji dayik bû. Şerekî cîhanê û avabûna Komara Mahabadê dît. Dildar, kesek Helbestvan û parêzvanê mafên mirovan bû. Li paş xwe birek helbest, çêrok, ku di nav de Ey Reqîp jî heye hişt.
-Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok got, "Li dijî komploya navneteweyî divê qiyamet bê rakirin û têkoşîn bê geşkirin."
-Alîkara Hevseroka HDP’ê Başaran diyar kir AKP ji bo ku rejîma xwe sazûmanî bike çaresernekirina pirsa Kurdan ferz dike û got,’’Êdî bi vê desthilatê pirsa Kurd çareser nabe.’’
-Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Prz. Çîgdem Sevîmlî, êrîşên li ser Kurdan hem bi asta zayendî û hem jî bi asta nasnameya netewî ye.