ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parêzer Rêzan Sarica got, şêweyên cezakirinê yên li Îmraliyê divê weke êrîşek li ser fikir, axaftin û afirîneriyê bê nirxandin.

- Ji Zanîngeha Calabrîayê Doç. Laûra Marîa Corradî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi analîza xwe ya li ser dewlet û baviksalariyê tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya li cîhanê kiriye.

- Endamê Meclîsa Partiyê ya HEDEP'ê Mûrad Mihçi anî ziman ku wan xwe gihandine enerjiya dema avabûna HDP'ê û got, "Gelekî hêja ye. Di heman demê de nîşaneya berpirsyariya me ye."

- Di 22'ê Cotmehê de wê li Swîsreyê hilbijartinên giştî bêne kirin. Leyla Guzel a 22 salî ku ji SP'ê namzet e, diyar kir ku eger ew bê hilblijartin wê ji bo pirsgirêkên koçberan bixebite.