ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir, ku dewleta Tirk bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bênavber dest bi êrişên dagirkeriyê kir û got, "Şoreşa Rojava ji bo civakan bû hêvî. Dewleta Tirk jî dixwaze vê hêviyê ji holê rake."
Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz anî ziman ku bloka faşîst a AKP-MHP'ê ne di krîzê de ye, lê li ber hilweşînê ye û destnîşan kir ku xelasî ji vê hilweşînê nîne.
Gerîlayê YRK'ê Mêrxaz Asos bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk û diyar kir ku pêwîstî bi piştgiriya gel heye. Mêrxaz Asos got, "Divê gelê Kurd nebe temaşevanê vî şerî. Lazim e cihê xwe di nava berxwedanê de bigire."
Li gorî daxuyaniyên dawî yên têkildarî lehiya hefteya derbasbûyî ya li Belçîkayê, herî kêm 27 kes mirin, 103 kes jî birîndar bûn.