ROJEVA 18'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û got, "Li Rojhilatê Kurdistanê dema destgîrkirina Rêber Apo bi dehan û sedan ciwan bi yek dirûşmeyê xwedî li Rêber Apo derketin."
- 17'ê Sibata 1999'an li dijî komploya navneteweyî li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin û 4 Kurd lê hatin qetilkirin. Ji çalakgeran Îsmaîl Parmaksiz got, hesabnedayina vê komkujiyê nayê qebûlkirin.
- Qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê M. Emîn Bîlmez û qeymeqamên qeyûm ji 5 deverên cuda maeşan distînin, serokên daîreyan û alîkarên sekreterê giştî jî 4 maeşan distînin.