ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bêne şopandin.
- Rojnamevan Necmettîn Salaz ê li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, wê li Goristana Akkopru ya navçeya Tûşba ya Wanê bê veşartin.
- Hevseroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser Adalet Omer diyar kir ku êrîşên ji bo koçberkirinê dewam dikin û got, "Hêzên hegemon ên ji vê sîstemê ditirsin, li hemberî êrişên dewleta Tirk û hêzên li pişt, bêdeng in."
- Rêxistina Piştevanî û Alîkariya bi Astengdaran re ya Nûdem li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê piştgiriya madî û manewî dide zêdeyî 30 hezar astengdaran û hestewariya civakî diafirîne.
- Karkerên Kurd ên li bajarên Tirkiyeyê dixebitin, li ser kar jiyana xwe ji dest didin. Hefteya dawî 3, di 10 mehên destpêkê yên sala 2023'an jî herî kêm 21 karkerên ji Wanê li karê înşaetê jiyana xwe ji dest dan.
- Fermandarê pêşeng ku her kêliya jiyana xwe ya gerîlatiyê bi têkoşînê derbas kir û karên serkertî kir; şehîd Dilgeş Zîlan Gûzereş mîrateyeke berxwedanê ya mezin li pey xwe hişt.