ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin di hefteya 478'an de ye. Nobedarên vê hefteyê jî komek ji bajarê Kîel ê Elmanyayê ye.
Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku desthilatdarî Kurdan weke 'terorîst' radigihîne û bi vî rengî dike hedef êrişan.
8'emîn Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz îsal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tê lidarxistin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê, cerdevan çeka dewletê li dijî gel bi kar tînin û dest datînin ser zeviyên xelkê. Serlêdana şêniyên herêmê ya li saziyên pêwendîdar bêencam ma.
Nexweşiya Ebola ku par hate ragihandin bi temamî ji holê hatiye rakirin, li Peravên Diranê Fîlan hate tespîtkirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji sala 1994'an û vir ve li Peravên Diranên Fîlan cara yekê ye vîrûs tê tespîtkirin.