ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Rojevên sereke yên Kurdistan û Cîhanê.
Rojevên sereke yên Kurdistan û Cîhanê.
-Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metîna û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.
-KCK’ê derheqê salvegera 9’an a Şoreşa Rojava daxuyanî da û got, ‘’Bi Şoreşa Rojava re ne tenê rengê Rojava û Sûriyê, ya tevahiya Rojhilata Navîn guheriye. Hemû civakan bi rengekî radîkal diguherîne. Tesîrên vê deh salên li pêşiya me wê xweştir xuya bike.’’
-Parlementer Beorges Dallenmagne yê pêşengtî ji naskirina Qirkirina Êzidiyan li Parlementoya Belçîkayê kir, daxwaz ji hikûmetê kir ku nexşerêyekê derbixe. Dalemagne, destnîşan kir biryar ku ji aliyê Belçîkayê li ser qirkirinê girtin, yek ji biryarên herî bihêz e.
-Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer gt Şoreşa 19'ê Tîrmehê xwe sparstiye her hêzagel, li ser stratejiya siyasî, rêxistinî û civakî ava bûye û got, ''Ji vî alî ve ji bo hemû gelan bûye hêvî.''
-Serekwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got gotinên Erdogan ên li Amedê têkilî pêvajoya çareseriyê ji bo dengên Kurdan bistîne hatine kirin û got, ''Ji aliyekî ve tu yê bibêjî li pey pêvajoya çareseriyê me û li aliyê dî ji ber pêvajoya çareseriyê tu yê doza girtinê li pariya me vekirî, hevalên me rehîn werin girtin û darizandin.''
-Vejîn Agirî bû agirê berxwedanê, mîna meşaleyeke ku qet nevemire, mîna bi hezaran fedayiyên li çiyayên azadiyê bûne nemir, xwe kir diyarî ji bo azadiya Kurdistanê.
-Dayikên Şemiyê wê li aqûbeta xizmên xwe yên ku hatine nebedîkirin birpisin