ROJEVA 17'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Dîmenên nû hatin weşandin ku nîşan didin; artêşa Tirk li Werxelê çekên kîmyewî bi kar aniye. Ji dîmenan tê fêhmkirin ku li dijî tunelên şer ên li Werxelê tetrîtol jî hatiye bikaranîn.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan anî ziman ku polîtîkayên çareseriya pirsgirêka Kurd red dikin hîn jî dewam dikin û işaret bi girîngiya dîrokî ya avakirina eniya berxwedanê ya hevpar a gelan kir.

- Ji 4 Kurdên ku 17'ê Sibata 1999'an di dema xwepêşandana şermezarkirina komploya navneteweyî de li ber Konsolosxaneya Îsraîlê hatin qetilkirin, xizmên Ahmet Acar û Mûstafa Kûrt qala wan kirin.

- Romanên ji Efrînê ku dewleta Tirk êrişî kampên wan ên li Şehbayê dike, jiyana di bin dagirkeriyê de red dikin û dibêjin, "Em ê ji Şehbayê dernekevin, lê belê em ê teqez li Efrîn a azad vegerin."

- Di hefteya destpêkê ya sala 24'an a komploya navneteweyî de, çalakgerên Nobeda Azadiyê komplo şermezar kirin û bal kişandin ser hevkariya Ewropayê ya bi komployê re.

- Rojnamevan Dogan Amed destnîşan kir, têkçûna dewleta Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê encama berxwedana Garê ye û got, "Dagirker çiqasî xurt jî bin wê li hemberî PKK'ê nikaribin bi ser bikevin."