ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
-Wê çalakiyên xizmên kesên hatine windakirin ên li Kurdistan û Tirkiyeyê werin şopandin.
- Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê têkoşîneke bi îstîkrar û sîstematîk were kirin.
- Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Aydin Ozdemîr ji Wezareta Edaletê û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê re diyar kir ku ew ê serlêdana parêzerên Ocalan a têkildarî daxwaza Ocalan bişopînin.
-Çavdêr Mihemed Bekir li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Daxuyaniyên piştî serdana CPT'ê ya Îmraliyê, nîşan dide ku rewşa li Îmraliyê çiqas giran e”
-Hunermendê kolanan Kemal Abdullah ê bi salan e bi kemana xwe li kolanên Tehranê stran pêşkêşî gel dikir, ji ber astengî û sînorên ji bo muzîkê, berê xwe da Başûrê Kurdistanê niha li kolanan Başûrê Kurdistanê muzîka xwe dike.
-44 sal bi ser Qetlîama Gurgumê re derbas bû. Li gor daneyên fermî 111 kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes birîndar bûn, bi sedan mal û kargeh hatin talankirin. Berpirsên esil nehatin eşkerekirin û darizandin, rapor wek “sira dewletê“ hatin veşartin. Biryar nepenîtiyê ji ser dosyeyan rabû lê nehat hiştin ku mirov xwe bigihîne.