ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.
Ji fermandarên YJA Starê Gulan Avaşînı berxwedana li herêma Avaşînê nirxand ku nêzî 2 meh in dewam dike û destnîşan kir ku Pêngava Bazên Zagrosê bi ruhê fedayî yê gerîla wê bi ser bikeve.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir ku doza girtina HDP'ê wê ti encamê bi xwe re nîne û got, siyaseta Kurd mîna berê wê hîn xurt bibe. BI DÎMEN E
Enternasyonalîst Têkoşer Malatesta, ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir wiha axivî, "Min Rêber Apo nas kir û ji bo vê îdeolojiyê hatim Rojava. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes têbikoşe." BI DÎMEN E
Ji bo qada pêşberî Girava Axtamarê, Şaredariya Westanê ya AKP'î destûra kana kevir da.