ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bêne şopandin.

- Parêzer Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku bêhiqûqiya li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got, "Ji ber ku di hiqûqê de tiştekî bi navê 'rewşa îstîsna' nîne. Qanûnên li dijî Abdullah Ocalan hatine amadekirin îro li Tirkiyeyê bûne pirsgirêk."

- Parlamenterê HEDEP'ê Alî Bozan û Parlamenterê EMEP'ê Îskender Bayhan destûrnameya şerê Iraq-Sûriyeyê rexne kirin û gotin, wê ji polîtîkayên şer re bibêjin 'na'.

- Hêzên taybet ên artêşa dagirker bi teknolojiya herî dawî ya şer hewl dan ji sê baskan ve bikevin rojavayê Zapê, lê ti ji wan nefilitîn. Nivîsa Amara Harûn.

- Sûltan Îbrahîm ku piştî PKK nas kir û tevlî kar bû, derfet dît ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike. Sûltan Îbrahîm got, "Bİ coşeke mezin tevlî kar bûm. Min soz da ku êdî mîna berê nebe."

- Berpirsyara Dîplomasiyê ya KJAR'ê Rozerîn Kemanger destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê kes nesekine û got, "Başûr wê bibe navend û pêşengê pêngava azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd."

- Cenazeyê rojnamevan Necmettîn Salaz wê li warê xwe li Wanê bê veşartin.