ROJEVA 17'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê Bahoz Jiyar got, ji bo afetên xwezayî nebin felaket gelek tedbîr hene ku dikarin bêne wergirtin û diyar kir, desthilatdarî bi rêya projeya TOKÎ dixwaze talana li ser civakê dewam bike.

- Li Semsûrê ku piştî erdhejê lehiyê jî bandoreke giran lê kir, hîn jî konteynir nîne. Qadên ku AFAD'ê kon lê daniye di bin avê de man.

- Wênevan Hîkmet Îbrahîm bi 150 tabloyên xwe ku bi kevir, kapek, sifir, xîz û pola çêkiriye, Newrozê pêşwazî dike. Hîkmet Îbrahîm hêvî kir ku Newroza 2023'an aştî û azadiyê bi xwe re bîne.

- Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) alîkariya ji 292 hezar Euroyî ku ji bo mexdûrên erdhejê kom kir, radestî Heyva Sor a Kurdistanê kir.