ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk hesabê wê yekê dikir, ku di nava 10 rojan de Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û got, "Bi vî rengî dewam bike wê artêşa Tirk têk biçe. Têkçûna dijmin jî wê ji bo tevahiya gelê Kurd bibe destketî."

Fermandara YPJ'ê Amara Şervan: Di mijara sekna jinê ya di şer de her tim kûrbûnek hebû. Dijmin bi taybetî êrişî hevalên jin dikir.

Rayedaran diyar kirin ku li Haîtiyê di erdhejê de herî kêm 724 kes mirine.