ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildar wê werin şopandin.

Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê Abdulkadîr Kûtevî diyar kir ku piştî destpêkrina grevên birçîbûnê, girtiyên siyasî ji mafên xwe yên hiqûqî hemûyan bêpar hatine hiştin.

Jineke Kurd hebû mîna bazekî şer dikir: Viyan. Ji Dîgorê heta Şaho ji wir jî heta Xerzanê gerîlayeke hosta, welatparêzeke mezin bû Viyan.

Hevserokê HDP'ê yê Xarpêtê Îmam Dede bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Hegemonya kapîtalîst û emperyalîst di pêvajoya Îmraliyê de ji hev ket."

Li Efrîkaya Başûr, şerê ku piştî girtina serokdewletê berê Zûma dest pê kir, dewam dike. Ji roja Înê ve di şer de 72 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li gelek taxan, mirovan rahiştin çekê û dest bi xweparastinê kirin.

Li Elmanya û Belçîkayê ji ber barana ku çend roj in dibare, gelek bajar di nava avê de man. Herî kêm 66 kes mirin.