ROJEVA 16'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku her kesî rola Ocalan a pêvajoya aştiyê dît, lewma piştevaniya kampanya 'Azadî ji Ocalan re' dikin û got, "Ji Emerîka Latîn heta Ewropayê, li tevahiya cîhanê daxwaza azadiya Ocalan dikin."
- Kesayetiyên bajarê Kerkûkê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û gotin, "Ji bo aştiya li tevahiya cîhanê û navçeyê, em dixwazin Birêz Ocalan bê berdan."
- Mela Davûd Ovseme bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in dîlgirtî ye û got, "Divê em azadiya Rêberê xwe misoger bikin, ku 23 sal in ji bo me di zindanê de ye."
- Jiyan Tekçe anî ziman ku Def nîşaneya serhildana jinê ya li dijî civaka baviksalar e, qîrîna ji bo aştiyê ye û got, Def dengê jinê yê li xaka kevnar a Mezopotamyayê ye.