ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
- Li Herêma Şehbayê ku di bin ambargo û êrîşan de ye, ji ber ku sotemenî nagihêjê, xizmet û perwerde sekinî ye. Karê tenduristiyê jî li ber rawestandinê ye. Bi taybetî gef li ser jiyana zarok, extiyar û nexweşan heye.
- Endama Koordînasyona KJAR'ê Ciwana Sine destnîşan kir, ku ji bo biserxistina şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê divê her beşên civakê hem li welat hem jî li derveyî welat bereyên hevbeş xurt bikin û dengê şoreşê bilindtir bikin.
- Gerîla Milîtan, Serxwebûn û Nejwan di demên cuda de ji cihên cuda derbas bûn, di heman rêyê de hilm standin, di tûrikên xwe de hêviya gelekî hilgirtin.