ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bêne şopandin.

- Parlamentera Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî bal kişand ser tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û li tevahiya civakê belav bû. Ozgul Sakî got, AKP-MHP her beşa ku naecibîne, tecrîd dike.

- Endamê KNK'ê Adem Ûzûn destnîşan kir ku pêngava 10'ê Cotmehê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd destpê kir, stratejîk e.

- Ji bo rojnamevan Necmettîn Salaz wê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê merasîma bîranînê bê lidarxistin.

- Hevserokê PADÊ Hisên Hecî anî ziman ku PDK koçberên li kampên Başûr dimînin weke mertalê bi kar tîne û got: “PDK’ê koçber ji xwe re kiriye propaxandaya hilbijartinê. Divê civaka me neyê xapandin û di hilbijartinan de dengê xwe baş bi kar bînin.”