ROJEVA 16'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek diyar kir ku Newroz tenê cejn nîne, Newroz roja berxwedanê ye û got, "Newroza îsal divê ji pîrozbahiyên her carê cuda bê dîtin; bi ruhê berxwedan û serketinê divê bê pîrozkirin."

- Endama MYK a Halkevlerî Berna Demîrdaş destnîşan kir ku di dema erdhejê de têgihiştina dewletê kete ber lêpirsînê û got, hate dîtin ku jiyaneke alternatîf dikare bê afirandin.

- KCDK-E'yê ji ber felaketa lehiyê peyameke sersaxiyê weşand û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide mexdûrên lehiyê.