ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Dijmin piştî Pêngava 15'ê Tebaxê ji bo tunekirinê êriş kir. Bi her rêbazî êriş kirin, lê nekarîn têk bibin. Ji wan nehat ku asteng bikin. li hemberî gerîla têk çûn, lawaz bûn.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: Weke hêzeke Pêngava 15'ê Tebaxê ku gihîştiye vê astê, ji ber serketinên me yên li Garê, Zap û Metînayê em serbilind in. Ruhê fedayî yê 15'ê Tebaxê îro hîn xurt e, hîn bi bandor e.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş got, "Piştî pêngava Minbicê êdî her kesî baweriya xwe pê anî ku deverên cuda jî dikare ji DAÎŞ'ê bêne rizgarkirin. DAÎŞ li Kobanê hate şikandin, lê belê destpêka qedandina DAÎŞ'ê li Minbicê bû."

Ji fermandarên HPG'ê Êriş Garzan û gerîlaya YJA Starê Zîlan Aydin bi wesîleya salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê axivîn û destnîşan kirin ku 15'ê Tebaxê ji bo gelên Rojhilata Navîn girîng e.

YBŞ’ê bi boneya 3’mîn salvegera şehadeta Mam Zekî Şengalî de daxuyaniyek da û diyarkir, "Em soz didin xeyalên Mam Zekî ku ji bo çand, dîrok, baweriya gelê me têdikoşiya, teqez bi serketinê tacîdar bikin."

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser salvegera 37'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyanÎ da û got, "Pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya Rêber Apo mohra xwe li afirandina xeta lehengiya fedayî ya li Kurdistanê xist."