ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî wê wê werin şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan li hundir û derve gelekî teşhîr bûye û ji bo îmajana xwe ya neçê sererast bike, çûye Amedê.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê rabe û xwedî li grevên birçîbûnê derkeve.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel destnîşan kir ku aktorê herî mezin ê xizanîkirina gel û jinê, Erdogan û hikumeta wî ye.

Sêyemîn kampa Jineolojiyê ya li Spanyayê, li bajarê Valenciayê di navbera 7 û 13'ê Tîrmehê de pêk hat. Kamp diyarî şoreşgera enternasyonalîst Lêgerîn Çiya hate kirin.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Dilgeş bang li xelkê Behdînanê bi taybetî jî eşîra Zêbariya kir ku dîlgirtinê qebûl nekin û li ber dijmin rabin.